Hemleya komkirina alîkariyê ya ku saziyên TEV-DEM`ê ji bo şêniyên Efrînê li Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê daye destpêkirin didome.
Alîkarî ji xwarinê, pêdiviyên malê, betanî, isfinc û pere pêk tê. Rayedarên hemleyê diyar kirin ku alîkariya ku heta niha hatiye komkirin ji navenda kantona Qamişlo re şandin û dê ji wir jî bişînin herêmên Şehbayê.
Alîkariya biçe Şehbayê dê li gelê Efrînê bê belavkirin. Rayedaran tekez kirin ku şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi awayekî baş tevlî hemleyê dibin û alîkariyê li gorî derfetên xwe didin. Rayedaran anî ziman ku hemleya komkirina alîkariyê ji bo Efrînê dewam dike.
Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê jî ev cara sêyemîn ku alîkariye hatiye komkirin, ji şêniyên Efrînê re hate şandin. Hemleya komkirina alîkariyê ji aliyê şaredarî, meclîsên bajar, navçe, bajarok û gund ve tê birêvebirin. Rayedarên ku alîkarî kom dikin tekez kirin ku hemleya wan a komkirina alîkariyê dewam dike.
Çavkanî: http://kr.1habervar.net/gelê-rojava-ji-bo-efrînê-seferber-bûye-ci-ji-destê-me-tê-em-ê-bikin,12425