0 0
Read Time:2 Minute, 36 Second

Çalakvanên jinan ji welatên cuda wekî Swîsre, Hollanda, Fransa, Denmarka, Swêd, Îngilîstanê, Îtalya û Belçîka hatibûn konferansê.
Konferans, ku bi zimanê kurdî, îngilîzî û tirkî hatibu pêşkêş kirin, bi deqeyekî rêzgirtinê jibo hemû şehîdên Şoreşa Cîhanê dest pê kir.
Konferans her sal tê lidar xistin û jinên beşdar derbarê karê diplomasîyê diaxivin, xebatên sala bihûrî dinirxînin û stratejîya salê kifş dikin.
Roja yekem de rapor hat xwendin. Di raporê de, endamên Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî, Bûroya Aşitî ya jinên Kurd Jeni , YJK-E, YJK-Swîsre, Yekîtiya Diplomasîya Jinên Brîtanyayê, Têkiliyên Derve ya KNK, Komîteya Dîplomasîya TJKE, Ronak, Kongra Star, Koordîneya Dîplomasîya Jinên Êzîdî, JXK û Komîteya Jineolojî, destnîşan kirin ku çar armancên sereke ya TJK-E ev in: armancên stratejîk û hevpeymanên stratejîk. Armanca duyemîn xebata çapemeniyê û agahdariyê ye. Armanca sêyemîn jî komîteyên lêkolînê yên alemî ye. Armanca çaremîn li ser karê Civaka Derve ya Gelemper e.

Piştî xwendina raporê, rewşa rêxistinî ya heraketa Kurdên Ewropayê, lêkolînên pratîkî û pirsgirêkên heyî hatin gotûbêj kirin.

Roja duyem ya çaremîn konferansa têkiliyên derve ya TJK-E de jî beşdarvan li ser pirsgirêkên jina Kurd û jinên cîhanê nîqaş dikirin, şeş kargeh hatibûn pêşkêş kirin û perspektîva sala 2018 guftûgo kirin.

Sêzdeh xalên encamnamê de hatibûn dîyar kirin evin:

1- Lazime em xwe di alîyê îdeolojîyê de perwerde û kûr bikin. Ji bo em xwe nas bikin û xwe bidin nasandin. Taybet di alîyê mijarên ideolojiya azadiya jinan, netewa demokratîk û konfederalizma demokratîk.

2- Em arşîva têkilîyên berê û yên nû ji rêxistinê çêbikin.

3- Li ser bingeha tekoşîna hevpar danûstandin û têkilîyên bi jinan re vêkiribin û hewldan bên kirin.

4- Lazime em pêşengtî bo netewa demokratik di nav vê karê de bikin. Ji bona wê:
Em gelek lekolînan bikin li ser rewsa jinên Kurd ji çar parçên Kurdistanê, di nav bajaran
an herêma xwe de em gelek lekolînan bikin derbarê kîjan rêxistinên jin (ya kurd û ne kurd) henin û hedefên me yên hevpar çi nin û li gore wê em têkilîyan ava bikin.

5- Lazime têkilî bi prensîba berdewamî û sazibûn ji binî ve bên avakirin.

6- Dema ekîbên nû ji karê dervê dikevin di nav vê xebatê de, bila lekolînekî bikin li ser têkilîyên berê û li ser vê esasê danûstandin were berdewam kirin.

7- Dema ku em bi jinên Kurd ên rêxistinên cuda û ya ku bûn penaber bikevin di nava têkilîyê de, lazime ku em rewşa wan ya psîkolojîk û tendirustî û pirsgerikên wan a jiyanê li ber cavan derbas bikin.

8- Lazimê em li ser niqaşên der barê rewşa jinan tên çêkirin hakim bin. Li ser vê esasê em materiyal hazir bikin ku li ser van mijaran bi şêwazikî sistematik agahî derxîne û belav dike.

9- Xwe parastin bi têgîn û sîstem re were danasîn.

10- belgeyên itifaqa stratejîk gelek werin derxistin.

11- di nav panelan em pêşengên xwe bidin nasîn, wek mînak bi xwendina pirtûka heval Sara

12- Ji bona dema pêş sosiyal foruma jinên cihanê were rêxistin kirin, em êdî bi hemû têkilîyên xwe nîqaş bikin û civin derxînin.

13- Em bi rêxistinên din rojeva xwe li gorê mijaran bi hev re bimeşînin.

 

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *