0 0
Read Time:51 Second

Di encama êrîşên dewleta tirk de gelê Efrînê neçar man ku derbasî herêmên ewle bibin. Jinên ku ji ber êrîşan derbasî cihên ewle peyameke dan hikumeta AKPê.

‘Pêş çavên me zarok dihatin qetilkirin’

Midya Mihemed diyar kir ku li ber çavên wan zarok dihatin qetilkirin û wiha got:” bi êrîşên mezin dihatin ser gelê Efrînê zarok û jin qetil dikirin herî dawî ji bo ewlehiyê em derbasî cihên ewle bûn. Lê bila hemû kes baş bizanibe ku ev yek ji wan re namîne dê heta dawî li ser axa Efrînê nemînin em ê bi têkoşîna xwe dîsa vegerin ser axa xwe.”

‘Divê hemû cîhan alîkariya gelê Efrînê bikin’

Emîne Ehmed jî soza bilindkirina têkoşînê da û got:”Me qet nedixwest em dev ji axa xwe berdin. Lê li pêş çavên hemû cîhanê her roj Kurd dihatin qetilkirin û cîhan li dijî vê yekê bêdeng ma. Divê hemû cîhan vê dagirkeriyê bibînê û nehêle ku zarok bên qetilkirin û alîkariya gelê Efrînê yên ku neçar man koçber bibin, bikin.”

Çavkanî/Jinnews

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *