Di çalakiyên Buenos Aires û Cordobayê yên Arjantînê de bi sedan kes hazir bûn. Gelek saziyên civakî û rêxistin di çalakiyan de bûn. Di çalakiyan de posterên şervana YPJ’ê Dr. Lêgerîn Çiya ku beriya bi çend rojan li Rojava şehîd bû hate hildan. Her wiha alayên YPG-YPJ’ê û postere Rêberê Gelê Kurd ê Abdullah Öcalan hatin hildan.
Li Mexico û Peruyê, li ber Sefaretxaneyên Tirk çalakiyên şermezarkirinê hatin kirin û danezan hatin belavkirin.
Li Paraguayê jî komîteya jinan ji bo Roja Efrînê a Cîhanê li Meydana Plaza Italyayê stand danî û belavok belav kir. Her wiha alayên tevgera jina Kurd, YPG-YPJ’ê hatin hildan û bi pankartan dîktatoriya Erdoğan hate şermezarkirin.
Çavkanî: https://anfkurdi.com/rojane/ji-bo-efrine-li-amerika-latin-calaki-hatin-kirin-94945