0 0
Read Time:1 Minute, 5 Second

Li Kabîlê bi boneya 24’ê Adarê Roja Efrîn a Cîhanê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiya ji aliyê Platforma Piştgiriyê ya bi Efrînê re hatî organîzekirin de, axaftinê hatin kirin diyarkirin ku Newroz nîşana hatina biharê ye, lê ji ber êrîşan welatî nekarîn Newrozê li gorî wateya wê pîroz bike.

Piştre berdeka Platforma Piştgiriyê ya bi Efrînê re Slay Gaffar axivî û diyar kir ku dîroka Gelê Kurd dîroka berxwedan û têkoşînê ye. Gaffar êrîşên dewleta Tirk şermezar kri û bal kişan ser têkoşîna jina Kurd.

Gaffar bibîr xist ku berxwedana gerîlayên Kurd, jinên gerîla wê dîroka gelê Kurd binivîse û berxwedana Avesta Xabûr, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim û Arîn Mîrkan berxwedana gelê Kurd nivîsandin.

Girseya ku wêneyên kesên di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn hildabûn, bi Fransî û Îngilîzî dirûşmên “Hovîtiya hikûmeta Erdogan a faşîst sûcê şer e” û “Efrîn ne bi tenê ye” qîr kirin û dowîz hildan.

 

ANF Images
ANF Images
ANF Images
ANF Images
ANF Images

 

Çavkanî: https://anfkurdi.com

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *