0 0
Read Time:52 Second

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

Îro saet 05:30’ê sibehê şandeke din a jinan ji bajarê Silêmanî ber bi Rojavayê Kurdisatnê ve birêket.

 

Şande ji jinên Başûr, Bakur û Rojhilat pêk tê. Di nava şandeyê de malbatên şehîdan, RJAK, Yekîtiya Jinan, Tevgera Goran, Çalakvanên Siyasî, Rojnamevan, Tevgera Azadî û xwendekar hene.

 

Jinên 3 parçeyên Kurdistanê ku hejmara wan ji 25 kesî zêdetire, armanca wan ragihandina piştgiriya xwe ji berxwedana serdemê û bi heman mebestî jî li gel jinên berxwedêr yên Rojava û Efrînê pêşwazî kirina 8’ê Adarê ye.

 

Peyama sereke ya vê şandeya jinan jî dayîna yekîtiya netewî ya jinên Kurd e ku ji her beşeke Kurdistanê pêk tên.

 

Biryare îro êvarê şande bigihije deriyê sînor yê Pêşxabûr-Sêmalka. Wê şandeyeke Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê deriyê Sêmalka ve pêşwazî li şandeyê bikin.

 

Dayîk û bavê Şehîd Başûr Soran yê ji bajarê Hewlêrê li Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbû jî tevlî şandeyê bûn û li gel şandeyê berê xwe didin Efrînê.

 

Çavkanî: www.rojnews.org/ku/

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *