0 0
Read Time:1 Minute, 22 Second
AMED – Li Amedê 23 jinên ku bi hinceta tevli çalakiyan bûne hatin binçavkirin û 3 roj in li şaxa TEM’ê di bin çavan de tên girtin, karê wan ê dayîna îfadeyê hat destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Di nav wan de Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî heye 24 jin bi hinceta ku tevli çalakiyan bûne û li ser îfadeya şahidên nepen hatibûn binçavkirin. Ji jinên ku hatin binçavkirin Hayrîye Turkekul ya ya 70 salî ku duh derxistin Dadgeriya Sulh Cezayê serbest hat berdan. Herwiha îro jî karê îfadegirtinê yê 23 jinên ku 3 roj in di bin çavan de tên girtin hat destpêkirin.
 23 jinên hatine binçavkirin navê wan wiha ye:
Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya SES’ê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr û Aklîme Hanas.

About Post Author

TJK-E

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *