TJK-E
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
TJK-E
No Result
View All Result

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

TJK-E by TJK-E
28 July 2020
in Nûçe
0
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve
0
SHARES
15
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

Recommended Post

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

Ji sê welatan ji bo jinên di binçavan de peyama piştevaniyê

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

ÎZMÎR – Jinên ku bertek nîşanî binçavkirina siyastmedarên jin ê ESP û SKM’ê da wiha gotin:”Do TJA îro SKM. Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve.”
Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM’ê Denîz Aktaş, endamên ESP SKM MYK’ê Çîmen Otlu, Satiye Ok, Ebru Yîgît, Zuleyha Mangan, Ezgî Bahçecî, Tanya Kara û hevseroka HDP’a Artemîtê Sevgî Ozdem bi hinceta li malê civîn kirine hatin binçavkirin. Jinan banga piştevaniya bi siyasetmedarên jin re kirin.
‘Wê piştevanî bidome’
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê Didar Gul diyar kir ku jinên ESP û SKM’î ne tenê ne û got: “AKP-MHP û şefê wan Erdogan dizane ku wê jin her tiştî biguherin. Ji ber vê jî êrîşê jinan dikin. Her ku ew êrîş dikin jin li qadan li dijî binçavkirin û êrîşan têdikoşin, têkoşînê mezin dikin. Operasyona îro ne ya ewil e û wê ne ya dawî be jî. Lê wateyek wê heye. Çawa îro li hember TJA’yê operasyon heye li hember ESP û SKM’ê yên pêkhateyên HDP’ê ne jî heye. Em carek din bang dikin. Jinên ESP û SKM’î ne tenê ne.”
‘Hewcedarî bi tevgera jinên ciwan heye’
Didarê destnîşan kir ku êrîşên li hember SKM’ê wê bi SKM’ê sînor nemîne, wê êrîş berfireh bibe û got: “Li dijî vê hewcedarî bi tevgereke jinan a çalak û ciwan heye. Em bang li hemû saziyan dikin. Divê em piştevaniya bi jinan re mezin bikin.”
‘Êrîş li hember hemû kesî hatiye kirin’
Endama Jinên Ciwan a Azad Meryem Yildirim got SKM’iyên li dijî kampanya reşkirina Peymana Stenbolê û qetilkirina Pinar Gultekîn daketin kolanan hatine binçavkirin û got: “Li Balikesîrê 9 hevalên me hatin binçavkirin. Ev êrîş li hember hemû jinan hatine kirin. Em bang li hemû kesî dikin. Bila demildest hevalên me berdin.”
Ayşe Ozden ya SKM’î jî bi lêv kir ku divê jin demildest bên berdan û got: “Li dijî vê faşîzma ku her diçe zêde dibe, ji bo jinan ew çareya xwe ne. Em ji saziyên jinan jî piştgiriyê dipên.”
http://jinnews.com.tr/kr
Previous Post

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

Next Post

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Related Posts

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

28 July 2020

Ji sê welatan ji bo jinên di binçavan de peyama piştevaniyê

28 July 2020
Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

28 July 2020
Zîlan rêya jiyana azad nîşan da

Zîlan rêya jiyana azad nîşan da

28 July 2020
’Li dijî tundiya mêr em ê li her derê li berxwe bidin'

‘Li dijî tundiya mêr em ê li her derê li berxwe bidin’

28 July 2020
Leyla Arzu Îlhan: Bêdengî şîdetê dijwartir dike

Leyla Arzu Îlhan: Bêdengî şîdetê dijwartir dike

28 July 2020
Next Post
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK'ê ya ji bo 15'ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top Stories

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî

© 2020 TJK-E - Tevgere Jinên Kurd Li Ewropayê -.