Read Time:1 Minute, 27 Second
AMED – Jinên ku ji TJA’yê re bi armanca piştevaniyê derbarê jinên hatin binçavkirin de ji Afrîkaya Başûr, Filistîn û Almanyayê peyam şandin xwestin ku demildest jinên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 jinan de biryara girtinê hatibû dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de di 14’ê Tîrmehê de 24, di 15’ê Tîrmehê de jî jinek hatibû binçavkirin. Bi armanca piştevaniya bi jinên ku di nav wan de Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî hene ji bo 25 jinan ji Afrîkaya Başûr, Filistîn û Almanyayê jinan ji Tevgera Jinên Azad (TJA) peyam şand.
‘Ez we bi piştevaniyê hebêz dikim’
Koordînatora Konferansa Jinan a Ewropayê Susanne Bader, diyar kir ku ew bi binçavkirina jinên TJA’yî re gelek xemgîn bûye û wiha berdewam kir, “Ez ji Almanyayê silavên xwe yên piştevanî û berxwedêr dişînim. Wekî Koordînatora Ewropayê li dijî tundiya li ser tevgera jinê ez ê piştevaniyê pêş bixim. Ez bi piştevaniyê we hebêz dikim.”
Em li gel aktîvîstên jin in’
Jinên Filistînî ku peyama piştevaniyê ji TJA’yê re şandin jî gotin, ” Ez ji Ayşe û hevalên wê re hezkirin û hêzê dişînim. Em Filistînî dizanin ku di destê serweriyeke bê wijdan de mayîn û îşkencekirin çiqas zahmet e baş dizanin. Em hêvîdarin ku di demeke nêz de serbest bên berdan. Em li gel hemû jinên ku hatine girtin û binçavkirin in.”
‘Em tundiyê şermezar dikin’
Rêxistinên feminîst ên ji Afrîkaya Başûr jî xwestin ku Ayşe Gokkan û hevalên wê serbest bên berdan û peyama xwe wiha berdewam kirin,”Em tundiya li ser aktîvîstên tevgera azadiyê ya kurd şermezar dikin. Em li gel 23 jinên hatin binçavkirin in û piştevanên wan in.”