0 0
Read Time:3 Minute, 24 Second
MEXMÛR – Endama Komîteya Dîplomasî ya Jinên Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku êrîş, girtin û binçavkirinên siyasetmedarên kurd nayên qebûlkirin û got: “Heke em li hemberê  şîdetê bêdeng bimînin em ê bi şîdetên hîn dijwartir re rûbirû bimînin. Dê bi pêşengtiya jinê û têkoşîna gelan em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
Di 4’ê hezîranê de wekîltiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê Amedê Mûsa Farisogullari hatin betalkirin û piştre hatin girtin. Duh şev Leyla Guven hat berdan. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Jinên Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan nêrînê xwe ji ajansa me re parve kir.
Leyla, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî Gelê Kurd û wiha got: “Em dizanin ku hêzên hegemon û emperyal di aliyê faşîzmê de gihaştiye asta herî bilind. Dewleta Tirk jî li hemberî gelê kurd, jina kurd û hêzên demokrat êdî faşîzmê bi awayekî aşkerê dimeşîne. Tu demê li Tirkiyeyê faşîzim ew qas bi awayekî eşkere, sîstematîk û hemû hêza xwe bide şixulandin ne hatiye dîtin. Mirov dema salên 90’î dinêre hinek tirk hebû û kiryar hinek bi sînor bûn. Lê niha di kesayeta rejîma AKP-MHP’ê de tirsek li hemberî mafên mirovan nîne û bi her awayî êrîşê Gelê Kurd dike. Ev 40 sal in Rêber Apo hem di aliyê netewa kurd hem ji aliyê civakbûyina demokratîk de têkoşînek dide.”
‘Jin bûn hedef’
Leyla, diyar kir ku di êrîşan de herî zêde jin bi bandor dibin û wiha dom kir: “Di her şer û şîdetê de jin bêtir bi bandor dibin. Bi paradîgmaya Rêber Apo, jin têkoşîna xwe gihandiye asta herî jor. Dema ku jin têkoşîna xwe gihand asta herî jor vê demê bûn hedefa dagirkeran jî. Mirov vê tiştî li bakurê Kurdistanê baş dibîne. Ji ber ku êrîşê Leyla Guven, aktîvîst û şoreşgerên Bakur dikin.”
Li dijî tecrîdê greva birçîbûnê
Leyla, bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Rêber Apo di encama komployekê de dîl hat girtin lê belê fikrên wî her tim azad ma û civak her tim li pey fikrên wî xwe birêxistin kir. Di 20’emîn salvegera komployê de tecrîda li hemberî Rêber Apo bêtir hat girankirin û di vê demê de Leyla Guven li hemberî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir, bi kesek dest pê kir û piştre jî bi milyonan kes grevê berdewam kir. Mirov dikare bêje xelek ya tecrîta girankirî ya li ser Rêber Apo hat şikandin.”
‘Bi nexweşiyê hêza xwe xurt dikin’ 
Endama Komîteya Dîplomasiyê Leyla, da zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê nexweşiya vîrûsa koronayê dike hincet û êrîşî Gelê Kurd dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Pergala hegemonik haya vê ji vî vîrûsê heye û ji xwe re jî kir fersendek. Bi vê nexweşiyê xwest hêza xwe hîn xurt bike. Xwest pergala xwe ya şîdetê li ser civakê xurtir bike. Asta şîdeta ku li Tirkiyeyê tê meşandin û mafê civakê binpêdike û civak bêdeng dike. Dîsa yê serî hildayî hêzên azadiya kurd e û yên ku li derdora hêzên azadiya kurd kombûyî ne. Her wiha mirov dikare bêje ku pêşengtiya serî hildanê jî jin dike. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi her awayî êrîşê Gelê Kurd dike. Pergala AKP-MHP’ê gihaştiye astek wisa ku hestiyê zarokekî di nava qotiyekî ji dayikê re dişîne. Yên ku li hemberê vê yekê civakê birêxistin dike û civakê ber bi têkoşîneke xurt ve dibe kesayetên weke Leyla Guven e, di nava civakê de bûne nirxek.”
‘Em ê bi têkoşînê bi ser kevin’ 
Leyla Arzu Îlhan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedanê û got: “Pêwîste civak li hemberî zilm û şîdetê bêdeng nemînin. Xwedî helwest bîn û rê û rêbazên têkoşînê bibînin. Ger em li hemberê vê şîdetê bêdeng bimînin em ê bi şîdetên hîn dijwartir re rûbirû bimînin û dê şîdet bi ser keve. Ger em li hemberî şîdet û bê mafiya ku heyî têbikoşin em ê bibin hêz û em ê bi ser kevin.”
Source: http://jinnews.com.tr/kr/

About Post Author

TJK-E

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *