TJK-E
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
TJK-E
No Result
View All Result

Rojava diparêzin

TJK-E by TJK-E
22 October 2019
in Nûçe
0
Rojava diparêzin
0
SHARES
31
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

Li ser banga Defend Rojava (Rojava biparêze) pêr ji Awusturalyayê heta bi Kanadayê, li gelek welatên dinyayê û nexasim jî Ewrûpayê, bi sed hezaran kesî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran xwest êriş bên rawestandin, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bêîn eşkerekirin û dewleta Tirk ji deverên wê dagirkirî bê derxistin.

Recommended Post

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

Ji sê welatan ji bo jinên di binçavan de peyama piştevaniyê

Çalakiyên herî girseyî li Ewrûpayî bûn, li payextên mîna Berlîn, Londonê, lê her wiha bajarên mîna Kolnê jî bi dehhezaran mirov daketin meydanan.

Berlîn: Bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin meydanan û dewleta Tirk protesto kirin. Çalakger li Meydana Potsdamer Platzê civiyan. Fermandara QSD’ê û Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi rêya telefonê got, “Şervan û gel, şerê man û nemanê dikin. Gel û şervanên me bi qehremanî li ber xwe didin. Em ê ti carî xiyanetê li gel, dost û mirovayetiyê nekin. Erdogan wê negihêje armanca xwe.” Girse heta bi Meydana Brandenburger Torê meşiya.

Koln: Li bajarê Elmanyayê Kolnê bêhtirî 30 hezar kesî meşiyan. Nerazîbûna ji dagirkeriya Tirk kir ku hemû partiyên di meclîsa federal de jî bibin yek li Kolnê. Parlamenterên federal ên ji Kolnê hilbijartî Matthias W. Bikrwald (Die Linke), Katharina Dröge (Bundnis90/Die Grünen). Prof. Dr. Heribert Hirte (CDU), Rheinhard Houben (FDP), Prof. Dr. Karl Lauterbach (SPD), Sven Lehmann (Bundnis90/Die Grünen), Gisela Manderla (CDU), Dr. Roll Mützenich (SPD) û Karsten Möring (CDU) jî destek da meşê.

Beriya meşê parlamener Bikrwald, Hirte, Manderla û Berivan Aymaz, tevî Hevserokê TEV-DEM´ê Xerîb Hiso li meydana Clodwigê daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê û wan got, ew ê bi hev re li dijî komkujiyên dewleta Tirk bisekinin.

Li meydana Friesenplatzê parlamentera CDU´yê ya federal Gisela Manderla jî peyivî û got, li Rojava sivîlan, Kurdan dikujin û hikûmeta wê li dijî vê ye.

Wekî din li bajarên Elmanyayê Hamburg, Frankfurtê, li paytexta Ingilîstanê Londonê, li paytexta Fransayê Parîsê, li gelek bajarên Fransayê yên weke Toulousê jî çalakî hebûn.

Li bajarê Pîstoîa yê herêma Toskana ya Îtalyayê dostên Kurdan ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketin meydanan.

Li bajarê Lehistanê Krakowê jî dostên Kurdan li meydanan bûn û wan jî êrişkariya dewleta Tirk şermezar kir.

Viyana: Li paytexta Awusturyayê çalakiyeke girseyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hebû. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Awusturyayê hat kirin ku bi lezgînî dawî li bazirganiya xwe ya çekan a bi Tirkiyeyê re bîne.

Li gelek bajarên din ên Awusturyayê jî çalakî hebûn û di nav van de a li Grazê gelekî qelebalix bû.

Goteborg: Li bajarê Swêdê Goteberogê Kurdistanî û dostên wan ji bo ku dagirkeriya Tirk a hov şermezar bikin, derketin meydanan. li Hedenê bi hezaran kes civiyan û ji bo qirkeriya Tirk a li ser Rojava bidawî bibe meş û mîtîngek kirin. Wekîla Partiya Çepgir Yasmîne Paiso Nilsson got, ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin divê xebat bê kirin.

Li bajarên din ên Swêdê Stockholm, Malmo, Karstad û Umeayê jî dagirkeriya qirker a Tirk hat şermezarkrin.

Melbourne: Kurdistanî û dostên wan li bajarê Awusturalyayê Melbourneê li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaletê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk a dagirker protestokirin.

Li bajarê Awusturalyayê Perthê jî dagirkeriya Tirk hate protestokirin.

Toronto: Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê tevî dostên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin meydanan.

Çalakger li ber avahiya parlamenê civiyan û xwestin dewleta Tirk ji ber sûcên şer û dagirkeriyê bê cezakirin.

Previous Post

(English) Het verzet van de vrouwen bevrijdt

Next Post

Leyla Arzu Îlhan: Bêdengî şîdetê dijwartir dike

Related Posts

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

Karê îfadeyê yê jinên di bin çavan de dest pê kir

17 July 2020

Ji sê welatan ji bo jinên di binçavan de peyama piştevaniyê

17 July 2020
Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

1 July 2020
Zîlan rêya jiyana azad nîşan da

Zîlan rêya jiyana azad nîşan da

1 July 2020
’Li dijî tundiya mêr em ê li her derê li berxwe bidin'

‘Li dijî tundiya mêr em ê li her derê li berxwe bidin’

18 June 2020
Next Post
Leyla Arzu Îlhan: Bêdengî şîdetê dijwartir dike

Leyla Arzu Îlhan: Bêdengî şîdetê dijwartir dike

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top Stories

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî

© 2020 TJK-E - Tevgere Jinên Kurd Li Ewropayê -.