0 0
Read Time:1 Minute, 17 Second

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Şanda HDP’ê 4 rojin li Başûrê Kurdistanê li gel hizib, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl rêzehevdîtinên xwe berdewam dike. Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ku di şandê de cih digire, têkildarî armanca serdana şanda wan û giringiya lidar xistina kongreya netewî ji ajansa me re axivî.

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bal kişande ser êrîş û pîlanên dagirkeran li hemberî gelê Kurd û wiha peyîvî; “Piştî hevpeymana Sykes Bîcot û Lozanê, carek din hewl didin Rojhilata Navîn nû de dizayîn bikin. Çend grub û zîhniyeta desthilatdar li dijî Kurdan dest dane hev. Mînak jî Kerkûk, Efrîn û îro jî Şengal e. Çeteyên DAIŞ’ê dijî Kurdan komkujiyên mezin pêkanîn. Ji bo wê jî li gel hemûna kêmaniyan jî divê kongreya netewî bê lidarxistin.”

Uca wiha jî dewam kir; “Pêwîste gelê Kurd û partiyên Kurdistanê bi yekgirtinê bersiva hemû êrîşan bidin. Hemû hevdîtinan jî ji bo destpêkirina vê nîqaş bikin û pirsgirêkan nîqaş bikin. Ji bo bikarin amadekariyên kongreya netewî destpê bikin.”

Der barê helwesta aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî, Uca got; “Partiyên siyasî bi germî pêşwazî dikin û daxwaza wan a lidar xistina kongreya netewî heye. Dibe pirsgirêka siyasî di navbera wan de hebe. Belê pêwîste li dar mijara netewî guftûgo bê kirin. Mijara Kurd ne tenê ji bo hizib û aliyane. Hemû kesek dikare tevlî vê têkoşînê bibe.”

Di dawiyê de jî parlamentera HDP’ê Feleknas Uca got; “Ger îro Kurd li gel hev danûstandin nekin û hevdû negirin, wê komkujiyên mezin çêbibin.”

 

Çavkanî: www.rojnews.org/ku/

 

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *