0 0
Read Time:3 Minute, 12 Second
Di baweriya elewîtiyê de cihê Dersimê cuda ye û gelek ziyaret lê hene. Her çend ev ziyaret bi navê mêran bên bilêvkirin jî, lê belê Dersimê diyar dikin ku ev ziyaret ên jina ne lê belê navê mêran li wan hatiye kirin. Li gorî lêkolîna ku li Dersimê hatiye kirin bi navê Dayika Fatma, Xaskere, Jele û Bûyere 4 ziyaretên jinan hene. Di pirtûka “Ra Haq” a Huseyîn çakamk û Erdal Gezîk de behsa bandora evliyayên jin û kesayetiya wan tê kirin. Di pirtûkê de 4 jinên evliya balê dikêşin:
DAYIKA FATMA
Dayika Fatma 3 kîlometreyan dûrî navenda Dersimê ye. Hevîjna Hz. Elî, dayika Hesen û Husên e. Di Raya Haqê de yek ji wan jinên evliya ya girîng e. Wekî di axiretê de şefaatkara jinan û evliyaya ku bextê jinan dide tê qebûlkirin. Temsîliyeta ezbeteke pak, bereket û masûmiyetê ye. Tê bawerkirin ku rizqê wê helal û pak e û nemaze jî dema heyva çardeşevî dertê mirov destên xwe ber bi wê ve vedikin û dibêjin: “Ya Dayika Fatma, me ji şerafeta xwe mehrûm neke û me ji ezbet û malbata me neqetîne.” Cihê ku ronî lê dikeve tê maçkirin.
HASKAR: TEMSÎLIYETA QENCIYÊ
Haskar, li navçeya Qisleyê li nêzî Duzgun Baba ye. Cihê ku gora xwişka Duzgun Baba lê ye. Ava ku ji vir dertê wekî “Kaniya Haskarê” tê binavkirin. Kesên diçin ziyaretê heta ji vê avê venexwun riya xwe dewam nakin. Dema kesên qenc ji vê avê vexwin tiştek ji wan kêm nabe, lê tê bawerkirin ku ev av li ber mirovên nebaş ziwa dibe. Ev kes dev ji rêwîtiya xwe berdidin û vedigerin.
JELE: REMZA BEDEWÎBÛN Û PAKIYÊ 
Li bejahiya navenda Dersimê ye. Keça Duzgun Baba ye. Ziyareteke wê ya bi navê wê heye. Ziyareta wê li hemberî cihwarê Duzgun Baba ye. Jele wekî remza pakî û bedewbûnê tê bibîranîn.
BÛYERE 
Bûyere wekî mêr tê zanîn, lê belê di asasê xwe de jin e û di navbera Pulumuriye û Pulurê de ye. Bûyere bi şîfakariya xwe tê zanîn. Ayten Şîmşîr ku di warê baweriya elewîtiyê û jinên evliya de xebat bi rê ve birine, behsa evliyayên jin ên li Dersimê kir.
‘DAYIKA FATMA XWEDIYÊ REHMÊ YE’ 
Şîmşîr, diyar kir ku ziyareta Dayika Fatmayê li qeraxa Mûnzûrê ye û tê bawerkirin ku ava di wir re diherike şîfa ye. Şîmşîr, bi lêv kir ku di elewîtiyê de Dayika Fatma rehm e, kaniya rehmê ye û xwediyê Kubbe-î Rehmanê ye.
NAVÊ MÊRAN LI WAN HATIYE KIRIN 
Şîmşîr got: “Dema em li xebat û lêkolînên hatine kirin dinerin, di şîfakariyê de cihê Dayika Bûyere ku niha ji ber qedexeyê çûyîna wir tune ye xwedî cihekî girîng e. Tê gotin ku gola Bûyere ji bo gelek nexweşînan derman e. Her wiha tê diyarkirin ku Dayiak Bûyere di warê welidînê de jî pispor e û ji bo kesên ducanî nabin jî rê û rêbazên wê yên girîng hebûne. Lê mixabin niha Dayika Bûyere li ber jibîrkirinê ye û heta wekî mêr hbi gel hatiye qebûlkirin. Lê belê ziyareteke jina ye.”
‘JI ÇANDA XWEDAVENDIYÊ TÊ’ 
Şîmşîr destnîşan kir ku li Dersimê hin ji cihwarên pîrozwer jî, cihwarên Haskar, Jêle û Karsniye ne ku ev her sê jinên evliya xwişkên Duzgun Baba ne û li gor hin lêkolînan tê diyarkirin ku ev ziyaret ji dema xwedavendan mane.
‘ELEWÎTÎ BAWERIYA JINÊ YE’ 
Şîmşîr, diyar kir ku hema bêje li her dere Dersimê ziyarte hene. Şîmşîr bi lêv kir ku baweriya elewîtiyê baweriyeke jinê ye û jin di wesfê Xu-da de bi gewde dibe. Şîmşîr got: “Lê aqlê serdest ê tekparêz her diçe dixwaze baweriya me ji jinê xalî bike û yektîpiyê lê bar bike û wê ji heqîqeta wê dûr bixe.” Şîmşîr destnîşan kir ku, lê belê tevî hemû polîtîkayên asîmlasyonê û dûrxistina ji ziyaretgehên wan jî, ew baweriya xwe diparêzin û li ber xwe didin.
MA / Semra Turan

 

Çavkanî: mezopotamyaajansi.com/kr/

 

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *