0 0
Read Time:1 Minute, 35 Second

MIHEMED HESEN/KOYE

Jinên Ciwan yên navçeya Koyê bi boneya 8’ê Adarê bang li jinan dikin ku beşdarî xebat û têkoşînê bibin û ji nava çarçoveya malê derkevin. Her wiha jinên Koye îşaret bi wê jî kirin ku sîstemeke demokratîk ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo Başûr jî pêwîst e.

Bi hatina 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, jinên Başûrê Kurdistanê banga geş kirin û mezin kirina xebatên ji bo azadî û mafê jin dikin.

Jinên Ciwan yên navçeya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê daxwaza mezin kirina têkoşîna jin a ji bo maf û azadiya xwe dikin.

Jina Ciwan ya bi navê Şewên Qareman ji jinan xwest ku xwe bi malê re sînordar nehêlin û bi awayeke çalak tevlî xebat û têkoşînê bibin.

Der barê rola Rêxistinên Jin di têkoşîna bi çanda şîdetê ya li dijî jinê de jî Şewên wiha axivî: “Rêxistinên jin di vê mijarê dixebitin lê, li gorî tê xwestin nebûye. Hêvîdarim rêxistin berpirsyariyên xwe baştir pêk bînin.”

Lence Mehmûd jî pîrozbahî li hemû jinên azadîxwaz, jinên Kurd û bi taybet jî li jinên şervan kir û got: “Ez ji vir slavên germ ji jinên berxwedêr yên Efrînê re dişînim, hêvîdarim ku jinên Başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî bikarin mîna jinên Rojava hewldan ji bo têkoşîn û xebatê bidin. Ew sîstema li Rojavayê Kurdistanê heye, divê li Başûrê Kurdistanê jî were pêk anîn, da ku jin bikarin xwe rêxistin bikin.”

Jiyan Koyê jî bang li jinên cîhanê jî kir ku li dijî zilma eqliyeta zilamsalar derkevin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Divê jin ne tenê 8’ê Adarê, hemû rokek bikin roja têkoşîn û berxwedana li dijî desthilatiya tekperest ya mêr.”

Jiyan di dawiya axaftina xwede jî bang li tevahî jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê jî kir ku ji bo piştgiriya şoreşa Rojava û Efrînê seferber bibin, hevkariya madî û manewî bikin.

 

Çavkanî: www.rojnews.org/ku

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *