0 0
Read Time:1 Minute, 3 Second

Weqfa Newaya Jin daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 8’ê Adarê dest bi weşana testê bikin û got, “Xebatên me yên JIN TV ku me 9’ê Çileyê ragihandibûn heta asteke girîng temam bûn.

Ji têkoşîna maf, ked û azadiyê ya çil hezar jinên sala 1857’an li bajarê New Yorkê yê Amerîka heta sala 2018’an, têkoşîna azadiyê ku jinan di qada siyasî, civakî, huquqî û di hemû qadan de geş kirine ji bo me bûye çavkaniya îlhamê.

8’ê Adara 2018’an jin, bi îdîaya bi dawîkirina şîdeta li ser beden û keda jinê ku lutkeya pergala desthilatdar a zilam e, li çar aliyên cîhanê dadikevin qadan. Jin îdîaya xwe, armanca xwe, daxwaza xwe, rêxistiniya xwe mezin dikin, xurt dikin.

Em jî weke weqif ji bo dengê hemû jinên cîhanê, gotin û têkoşîna wan ragihînin û bi wan re hevdîtinê pêk bînin, weşana testê ya JIN TV didin destpêkirin.

Em hemû jinan vedixwînin ber ekranê; li “Dengê jinê, rûyê jiyanê: JIN TV” temaşe bikin û bidin temaşekirin.

FREKANS

Hûn dikarin televîzyona me ku weşanek pir zimanî, pir çandî û pir alî esas digire, li ser vê frekansê temaşe bikin:

Peyk: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500
FEC-rate: 5/6″

 

 

Çavkanî: https://anfkurdi.com

 

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *