TJK-E
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
TJK-E
No Result
View All Result

7’ê Nîsanê wê li seranserê cîhanê azadî ji bo Ocalan were xwestin

Azadi by Azadi
5 April 2018
in Serûpel
0
7’ê Nîsanê wê li seranserê cîhanê azadî ji bo Ocalan were xwestin
0
SHARES
30
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derbarê  tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCDK-E bal kişand ser sedemên êrîşên li ser Ocalan û ji bo çalakiyên 7’ê Nîsanê yên li welatên Ewropayê, Awûstralya, Afrîka, Japonya û Kanadayê banga tevlîbûnê kir.

 

KCDK-E’yê diyar kir ku planên dewletên kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn ku bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, bi erêkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re dewam dike.

 

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi xurtî li ber xwe dide û hate gotin, tecrîd û îzolasyona girankirî ya li ser Ocalan dewam dike.

 

KCDK-E diyar kir, çareseriya ku Ocalan ji bo Rojhilata Navîn afirand û projeya jiyana azad û wekhev a hemû nasname û baweriyan, paşverûtiya herêmî û hêzên navneteweyî aciz kiriye û got, “Hêzên navneteweyî xwestin di şexsê Rêber Apo de azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dîl bigirin.”

 

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên komploger ev 20 sal in Rêberê PKK’ê li Girava Îmraliyê di tecrîd û îzolasyoneke girankirî de digirin û hate gotin, “Armanca hêzên komploger dîlgirtina nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Berxwedana Rêber Apo û gelê me pêşî li vê plana komplogeran girt. Dewleta Tirk ji ber ku nekarî xwe li vê rabigire, tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo giran kiriye.

 

Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê bi rengekî vekirî nîşan daye, ku komploya navneteweyî dewam dike. Tecrîd û îzolasyona li ser Serok Apo û dagirkerî û komkujiya li Efrînê ji aliyê heman têkiliyên qirêj ên berjewendiyan ve hatine organîzekirin.

 

Dewleta Tirk a mêtinger û serdestên ku qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin divê zanibin ku ne bi dagirkirina Efrînê, ne jî bi dîlgirtina ronahiya Rojhilata Navîn û cîhanê Rêber Apo wê nikaribin asteng bikin. Paradîgmaya Rêber Apo bûye hêvî ku li çar aliyên cîhanê tê nîqaşkirin û qebûlkirin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîdê û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê wê roja 7’ê Nîsanê li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada, Awûstralya û Afrîkayê bi pêşengiya ciwanan meş bên organîzekirin. KCDK-E bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 7’ê Nîsanê bibin

 

Recommended Post

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Çavkanî: http://www.rojnews.org/ku

Previous Post

KJK: Em ê ji bo bi dawîkirina dîlgirtina Rêberê xwe têbikoşin

Next Post

Erdogan: Em baş dizanin em ê Efrînê radestî kê bikin

Related Posts

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

1 July 2020

TJA: Hevalên me yên destgîrkirî tavilê berdin!

27 June 2020
Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir

Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir

22 May 2018
Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

16 May 2018
Next Post
Erdogan: Em baş dizanin em ê Efrînê radestî kê bikin

Erdogan: Em baş dizanin em ê Efrînê radestî kê bikin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top Stories

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî

© 2020 TJK-E - Tevgere Jinên Kurd Li Ewropayê -.