NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî nûçeyeke Malpera Mafê Mirovan ya Îranê çalakvana mafê mirovan ya ji Rojhilatê Kurdistanê Ronak Aqayî ya ji Mahambadê duh ji aliyê hêzên asayişa Îranê ve bi bahaneya par tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye girtin binçavan.
Dadgeha Îranê jî 6 meh cezayê girtîgehê li Aqayî birî û wê şandin zîndana Urmiyê.
Jina çalakvan Ronak Aqayî di sala 1980’ê yan de jî ji ber têkiliya xwe bi hêzên Kurdî yên Rojhilat re hebû 5 sal di girtîgeha Urmiyê de ma bû.
Hêjayê gotinê ye ku di dema girtinê de êşkence li jina çalakvan hatiye kirin û ji bo derman kirinê jî heya niha tu çareserî nehatiye kirin.
Çavkanî: http://www.rojnews.org/ku/