ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ
Îro 21. Festîvala Gelawêj a Wêje û Ronakbîriyê li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li Hola Tewar destpêkir. Festîvala îsal diyarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate kirin. Tê payîn festîval 3’ê roj dewam bike.
Di festîvalê de Endamê Polîtbûroya YNK’ê Mele Bextiyar ku di heman demê de yek ji berpirsê organîzekirina Festîvalêye axivî û diyar kir ku ewê heya 25. Festîvala Gelawêj jî ji bo organîzekirinê wê bixebite û paşê berpirsyariya wê bide hinek kesên din.
Wê di festîvalê de helbest, çîrok, govend û gelek çalakiyên din yên hûnerî werin pêşkêş kirin. Herwiha di festîvalê de pêşengeha pirtuk û pêşengeha wêneyan ya ku ji aliyê Koma Hunerê ya Dilxwaz ve ku derbarê berxwedana Efrînê de hatiye amade kirin bên vekirin.
Hat zanîn ku wê di dawiya festîvalê de xelata Romannivîsê Kurd Fuad Mecîd Misrî, xelata Kurdistan ji bo derhênerekî biyanî û xelatên din yên taybet ji bo kesên tevlî festîfalê bûne were dayîn.
(bz)
Çavkanî: http://www.rojnews.org