TJK-E
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
TJK-E
No Result
View All Result

TAJÊ: Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin

Azadi by Azadi
5 April 2018
in Serûpel
0
TAJÊ: Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin
0
SHARES
51
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) têkildarî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê, guherandina demografiya herêmê û berxwedana li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Recommended Post

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di sedsala 21’emîn de hemû gelên Rojhilata Navîn ên ku hebûn û çanda xwe diparêzin, bûne hedefa desthilatdariya heyî. Li hemberî Êzidiyên ku yek ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê ne, ji aliyê hêzên desthilatdar her dem polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Êrîşên li ser civaka Êzidiyan ne bi tenê êrîşên fîzîkî ne, li dijî çand, cihên dîrokî, bawerî, fikr û giyanê wê jî êrîş tên kirin. Di demên dawîn de hêzên barbar ji bo ku serweriyê li ser Rojhilata Navîn ava bikin û siyasetên xwe yên qirêj pêk bînîn, li ser navê Îslamiyetê êrîşî civaka Êzidî kirine û mînaka vî tiştî ya herî şênber jî li Şengalê hatiye kirin. Ev polîtîkayên qirkirinê yên wekî li ser Şengalê, tê xwestin ku li Efrînê jî were kirin. Li Efrînê berê her cî û warên Êzidiyan bûne hedef, cihên dîrokî û pîroz ên civaka Êzidî ji aliyê faşîstan ve hatine hilweşandin û xwestine bîra dîrokî tune bikin. 22 gundên civaka Êzidiyan hatine valakirin û gelê Tirkmen û Ereb ên ne ji wê derê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê were guhertin. Li hemberî van êrîşan beşeke civaka Êzidiyan ji gundên xwe derneketine. Dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê, çawa ku li Şengalê kirin, jinên Êzidî revandin, firotin, civaka Êzidî bi zorê xistin mizgeftan û zextê li wan dikin ku ji ser ola xwe vegerin.

Ev êrîş li dijî çand, bawerî, ruh û fikrê Êzidiyan e ku timî bûne hedefa êrîşên bi vî rengî. Di nava civaka Êzidî de jî bi taybetî êrîş li jinên Êzidî tê kirin. Ji ber ku jin çandê diparêze.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) em dibêjin, çawa ku em xwedî li Şengalê xwedî li civaka Êzidî derket, ji bo ewlekariya civaka Êzidî ya li Efrînê jî em bibin yek. Em têkoşîna hevpar a li dijî dewleta serdest faşîst geş bikin. Bi navê jinên ji bo azadiyê têdikoşin, em êrîşên li dijî jinên Êzidî bişikînin û xwedî li jinên Êzidî derkevin. Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin, têkoşînê geş bikin û bi ser bixînin.”

 

Çavkanî: https://anfkurdi.com

Previous Post

RJAK: Em ê bi têkoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Next Post

Qeyûmê AKP’ê zarokan dixebitîne

Related Posts

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

1 July 2020

TJA: Hevalên me yên destgîrkirî tavilê berdin!

27 June 2020
Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir

Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir

22 May 2018
Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

16 May 2018
Next Post
Qeyûmê AKP’ê zarokan dixebitîne

Qeyûmê AKP’ê zarokan dixebitîne

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top Stories

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî

© 2020 TJK-E - Tevgere Jinên Kurd Li Ewropayê -.