Hat hînbûn ku M.D. ya 17 salî li tekstîleke li bajêr dixebitî û bi awayekî sistematîk hatiye îstismarkirin.
Zarok hefyeke wenda dibe û malbata wê piştî hefteyeke wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê dibin tedawîyê de dibîne û îstîsmara li dij zarok jî derdikeve holê. Zarok paşê radestî Saziya Hêvişandinê ya Zarokan a Mêrdînê tê kirin.
Hat îdıakirin ku bi pereyan ser bûyerê hat girtin
Li gorî nûçeya MA yê, Malbatê M.D.’yê wê ji Saziya Hêvişandinê ya Zarokan wergirt û bir malê. Lê belê der barê kesên ku M.D.’yê îstismar kirine bi awayekî hûrguliyane agahî bi dest neketin.
Her wiha nayê zanîn ka der barê bûyerê de kes hatiye binçavkirin an na.
Hat destnîşan kirin ku malbata M.D.’yê jî ji bo ser bûyerê bê girtin li M.D. zewicandina bi kiryarekî re ferzkirin.
Lê belê hat derpêşkirin ku dema malbata kiryar ev yek qebûl nekiriye, bi 30 hezar lîreyî ser bûyerê hatiye girtin.
Çavkanî: kr.1habervar.net