![](https://tjk-e.com/wp-content/uploads/2018/02/823x463cc-ank-11-02-18-hdp-kongre-toplanma3.jpg)
Read Time:33 Second
Jin tevî hemû astengiyan bi govend, tilîlî û rengên xwe beşdarî 3’emîn Kongreya Awarte Ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Serê sibehê welatiyên ku ji derve hatin herikîn eywana kongreyê û jinan jî cihê xwe girtin. Welatiyên li derve rastî mudaxaleya polîsan tê. Welatiyên ku bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” derbasî eywanê dibin bi gef û êrîşên polîsan rû bi rû dimînin.
Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û ji Ewropayê gelek kes beşdarî kongreya ku bi coşeke mezin dest pê kir, bûn.
Li gel hemû zextan welatiyên ku beşdarî kongreyê dibin bi coşeke mezin aştî û azadiyê diqêrin.
Source:https://jinnews.com.tr/kr/HEMU-NUCE/content/view/76458