0 0
Read Time:1 Minute, 27 Second

Dayikên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, îro jî li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û anîn ziman ku divê daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.

Dayikên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, îro jî li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û anîn ziman ku divê daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel, Meral Daniş Beştaş jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di nava dayikan û polîsan de nîqaş derketin. Dayikan ji polîsan re gotin:”Em di sala 2019’an de ne lê hîn bêhiqûqî li Tirkiyeyê heye. Bes e hîn dê çiqasî zarokên me bimirin? Em edaletê dixwazin.”

Polîs: Em tenê Dayikên Aştiyê digirin

Polîsan diyar kirin ku ew tenê Dayikên Aştiyê digirin hundur parkê. Endamên TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li derveyî parkê hatin hiştin.

Dayikan di çalakiya rûniştinê de dirûşmên “Slav slav, hezar slav ji Îmraliyê”,”Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin”,”Girtiyên siyasî rûmeta me ne”,” Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.

‘Em tenê zarokên xwe dixwazin’

Piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan dayikan meş li dar xistin. Erebeyên ji rê derbas dibûn jî bi lêdana qorneyan piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê dayikên girtiyan, Kudret Eryilmaz li ber avahiya TUAY-DER’ê daxuyanî da. Kudretê got:”Em ê nehêlin ku zarokên me bimirin. Bila Erdogan peywira xwe bi cih bîne. Tu behsa edalet û hiqûqê dike lê kanî edalet û hiqûq? Vê tecrîdê ji ser zarokên me rake. Em tenê zarokên xwe dixwazin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe ji bo zarokê me nemirin em ê her roj li qadan bin.”

Piştî daxuyaniyê dayikan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Bron: https://jinnews.com.

About Post Author

TJK-E

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *