TJK-E
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî
TJK-E
No Result
View All Result

Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir

Azadi by Azadi
22 May 2018
in Serûpel
0
Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir
0
SHARES
31
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrîn bi dirûşma “Jin ji bo Efrînê serî hildin” li kampa “Serdemê” ya li gundê Sosîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê civînek organîze kir. Endama Rêveberiya Kongrya Star Hevîn Silêman di dema civînê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Recommended Post

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Buyerên ku li Efrînê rû didin, ne tiştekî nû ye, ji ber ku dîroka komployên navdewletî yên li dijî Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li dijî gelê Kurd xwe dubare dikin. Êrîşên faşîzma Tirk ên li ser gelê Efrînê bi armanca asîmîlekirina gelê Kurd delîlê vê yekê ye.

Bi navê dewleta Tirk şerê gelê Kurd kirin. Lê li dû vî şerî dewletên cîhanî hene ku li dijî gelê Efrînê plan kirine. Tirkiye demografiya herêmê diguhere, gelê Efrînê koçber dike û niştecihên ji Xûtayê li şûna wan bi cih dikin. Weke tê zanîn, Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyeyê koçberên ji hemû pêkhateyên Sûriyê yên ji ber hovîtiya terorîstan mîna DAIŞ û hwd. reviyan, hembêz kir.

Berxwedana gel, di serî de berxwedana jinên Efrînê planên komplogeran pûç kir. Ji ber ku bingeha şoreşa Rojava ye û şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li ser vê yekê dijmin di serî de jin kir hedefa xwe. Şehadeta Barîn Kobanê delîla vê rastiyê ye. Niha jî dest diavêjin jinan, heqaretê li wan dikin, rûmeta wan tên binpêkirin çandeke xerîb li wan tê ferzkirin. Demografiya Efrînê didin guhertin û şêniyên wê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifroşin. Kiryarên bi vî rengî beriya niha li dijî jinên Şengalê û Şehbayê jî hatibûn kirin.

Niha kiryarên wan ên qirêj ên li dijî jinên Efrînê dubare dibin, lê berxwedana jinan planên wan têk bir. Mînakên vê yekê, Berxwedana Şehîd Avesta Xabûr û gelek şehîdên din e ku bê teredût li ber xwe dan da ji bo nehêlin Tirkiye derbasî Efrîn bibe. Madem bi sedan jinên Efrînê şopdarên xeta Avesta û Barîn in, wê dagirkeriya Tirkiye rehet nebe.

Gelê Efrînê li Şehbayê xwe bi rêxistin kiriye. Madem îradeyeke ji pola heye, Efrîn wê bi serkeve, ji ber ku xeta Rêber Abdullah Ocalan tê meşadin.

Wekî Kongreya Star bêdengiya li hemberî kiryarên destdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Efrînî serî hildin.”

 

Çavkanî: https://anfkurdi.com

Previous Post

Bûldan: Em ê Qesra Erdogan bikin Wezereta Jinan

Next Post

Strana HDP ya Kurdî ya hilbijartinê ya jinan

Related Posts

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

Kongreya Star peyam ji NY’yê re şand

1 July 2020

TJA: Hevalên me yên destgîrkirî tavilê berdin!

27 June 2020
Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

Deklarasyona TJA’yê: Navnîşana gelan HDP ye!

22 May 2018
TJA: Dayika Uweyş wateyeke mezin da dîrokê

TJA: Dayika Uweyş wateyeke mezin da dîrokê

22 May 2018
Next Post
Strana HDP ya Kurdî ya hilbijartinê ya jinan

Strana HDP ya Kurdî ya hilbijartinê ya jinan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top Stories

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

TAJÊ komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr şermezar kir

15 August 2020
Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

Peyama KJK’ê ya ji bo 15’ê Tebaxê: Berxwedan wê bi ser bikeve

15 August 2020
Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

Do TJA îro SKM: Li dijî êrîşên divê piştevanî pêş bikeve

28 July 2020
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
No Result
View All Result
  • SERÛPEL
  • ŞÎROVEYÊ
  • ZIMAN: Kurdî
    • Turkish Turkish
    • English English
    • Kurdî Kurdî

© 2020 TJK-E - Tevgere Jinên Kurd Li Ewropayê -.