0 0
Read Time:40 Second

Meclîsa Jinê ya HDP’ê, wê roja 22’ê Gulanê hem namzetên jin ên parlamenteriyê hem jî deklarasyona xwe ya li ser stratejiya hilbijartinê eşkere bike.

Di deklarasyona Meclîsa Jinê ya HDP’ê de wê sozên ji bo jinan, nêrînên li ser karê jinan, rexneyên li desthilatdariya heyî û nêrîna jinan a di vê der barê de bên vegotin.

Meclîsa Jinê ya HDP’ê bi taybetî li herêmên ku namzetên jin lê hene, buroyên hilbijartinê vekir. Dirûşma hilbijartinê ya meclîsê jî ev e: Bi jinan dikare bê guhertin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku 24’ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye û got, “Em ê hesab ji êrîşên AKP’ê yên li dijî destketiyên jinan bipirsin.”

Taşdemîr anî ziman ku karê wan ê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dikin.

 

Çavkanî: https://anfkurdi.com

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *