0 0
Read Time:1 Minute, 36 Second
Partiya Demokratîk a Gelan (HPD), danezana xwe ya derbarê serokomarî û parlamenteriyê  de li Otela Hîlton Enqereyê bi civîna çapemeniyê ku li dar xist aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ku hat li darxistin de gelek nûnerên rêxisitnên siyasî, sivîl û yên jinan amade bûn.
Civîn bi sînevîzyonê hat destpêkirin. Piştre navê 11 parlamenterên HDP’ê yên girtî û yê siyasetmedarên kurd hatin xwendin.
Piştî sînevîzyonê danezana hilbijartinê hat xwendin. Danezana hilbijartinê ya jinê ya HDP’ê wiha ye:
“Jin diguherin. Jin îro bi siyaseteke ku di warê civakî û siyasî de tê xwestin ji holê bên rakirin re rûbirû ne. Serweriya mêr, bi berfirehkirina faşîzmê re tundiya xwe ya li ser jinan zêde kiriye. Tundî,tunehesibandina jinê û zoardestiya ku li jinê tê kirin encama polîtîkayên îkdtîdarê ne.  Tê xwestin ku rejîmeke jin di nav de cih bigire bê avakirin. Ji ber ku îkdtîdar dizane li cihê ku jin lê hebe yekparêzî û serweriya mêr  nayê qebûlkirin.

 

‘Hêza herî mezin îtîtaka jinê ye’ 

Jinan di dema OHAL’ê  de jî konan neterikandin û rê nedan îktîdarê. Hêza herî mezin îtîfaka jinê ye. Ji ji hêza xwe haydar in û mil bi mil bi hev re dimeşin.  Helwesta jinê ya ku îro nîaşan bide wê bandora xwe li ser pêşerojê bike.  Ji bo ku welatekî azad û bi wekhevî bê rêvebirin ava bikin serî radikin û diguherin.  Di 24’ê Hezîranê de wê ne tenê serokomar bê guheritn û parlamenter bên hilbijartin, di heman demê de wê rejîmek bê guhertin. Vê rejîma ku 16 sal e gav bi gav tê berfirehkirin û veguheriye faşîzmê a nijadpaerest û yekparêz wê jin biguherin .Jin ji bo ku li jiyana xwe xwedî derên wê biçin ser sindoqê û li sindoqan xwedî derkevin.  Jinan çawa ku Hevserokatî, hevşaredartî û di hemû qadên rêveberiyê de bi awayekî wekhev bi ser ketin wê vê serkeftina xwe heta serokomariyê berdewam bikin û bi ser kevin.”

 

Çavkanî: https://jinnews.com.tr/kr

About Post Author

Azadi

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %

Average Rating

5 Star
0%
4 Star
0%
3 Star
0%
2 Star
0%
1 Star
0%

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *